Îngîltere soza desteka sîstema hewayî da Ûkraynayê

19 November 2022 22:01 0 dîtin
Îngîltere soza desteka sîstema hewayî da Ûkraynayê

PeyamaKurd – Ofîsa jimare 10 ya Îngîltere ya serokwezîrtiyê ragihand ku serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak seredana Kîevê kiriye, bi serokê Ukraynayê bi Zelenski re hevdîtin kiriye û ragihandiye ku wê desteka wî ya ji bo Ukraynayê dewam bike. Sunak, her weha soz daye ku wê desteka sîstema hewayî ya bi miqdarê 50 mîlyon Sterlînî bide Ukraynayê. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Paketa bi miqdarê 50 milyon Sterlînî, di nav de 125 sîlihên balafirsawaran û ji bo parastina xwe li hemberê balfirên Îranê ku daye Rûsyê bike, bi duzîneyan radar û li hemberê balafirên bêajotvan sîstemên ku şiyanên wan yên şer hene, di nav de hene.”

Zelenski jî di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku ew û Sunak li baregeha dewletê ya li Kîevê hevdîtinên di babeta hevkarî û ewlehiya asayîşa navdewletî de kirine. Zelenskiy weha got:

“Ji rojên ewilî yên şer Ûkrayna û Îngîltere bûn hevkarên hev yên herî xwurt.”