Kibrisa Rûman ji Îsraîlê sîstema bergiriya hewayî kirî
PeyamaKurd – Kibris a Rûman bi sedema ku sîstema bergiriya hewayê ya Rûsyayê bikartîne û niha li ser Rûsyayê dorpêç hene, nikare ji Rûsyayê perçên sîstemê bikire. Ji ber vê egerê; Kibrisê ji Îsraîlê sîstema bergiriya hewayî kirî.
Li gor ragihandina Komara Kibrisê ku endamê YEyê ye û TV ya Sigmayê; teslimata sîstemê roja Sêşemê kiriye. Tê gotin ku sîstema kiriye û li Kibrisê daniye, malê şîrketa bi navê IAI (Israel Aerospace Industries) ye ku sîstem bi "Barak MX"ê tê navandin.
Li gor agahiyên malpera şîrketê; sîstem dikare 150 km dûr li balafir û fuzeyên dijminan bixe. Dibe di pêşde sîstema Barak MXan di nav wextê de ciyê sîstema malê Rûsyayê yê Tor M1ê bigre.
Dema Tirkiye ji Rûsyayê sîstema S-400an sitend, DYA bertekê nîşanî Tirkiyê dabû û Tirkiye Kibrisê di sîstema S-400 û Tor M1an de mînak nîşan dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin