Biden, derbarê sîstema berevaniya mûsekên balistik de ku ji Îsraîlê re hatiye sandin, agahî da Kongreyê

16 October 2024 13:58 0 dîtin
Biden, derbarê sîstema berevaniya mûsekên balistik de ku ji Îsraîlê re hatiye sandin, agahî da Kongreyê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameya xwe ya agahdarkirinê ya ji bo Kongreya Amerîkayê de ya ku li ser sîstema berevaniya mûşekên balîstîk a ji Îsraîlê re hatiye şandin, diyar kir ku welatê wan dê helwesta xwe ya li herêmê bidomîne da ku xizmeta berjewendiyên neteweyî yên girîng ên li herêmê bike.

Di daxuyaniya Qesra Spî de, daxuyaniyên Biden ên di nameya wî de cih girtin ya kup ê  Kongreyê di derbarê sîstema parastinê de fuzeyên balîstîk ên ji Îsraîlê re şandî jî di nav de agahdar dike.

Biden, balê dibe ser êrişên bi mûşekî yên Îranê ku di 1ê Cotmehê de Îsraîl hedef girt, û got ku welatê wî pabendbûna xwe bi ewlekarî û parastina Îsraîlê li hember gefên Îranê ragihandiye û di wê nameyê de amaje bi wê yekê jî kiriye ku Amerîkayê  di heman nameyê de helwêsta xwe ya derbarê parastina Îsraîlê de diyar kiriye.

Biden amaje bi piştevaniya curbicur ên leşkerî yên wek keştiya firokhilgira “USS Theodore Roosevelt” ku berê ji Amerîkayê bo Îsraîlê şandibû, got: “Amerîka dê helwêsta xwe li herêmê li dijî Îranê û gefên girêdayî Îranê bidomîne da ku xizmeta berjewendiyên girîng ên neteweyî bike.”