Almanya û Îsraîlê rêkeftinek kirîna sîstema berevaniya mosekî îmze kirin

13 September 2022 12:41 0 dîtin
Almanya û Îsraîlê rêkeftinek kirîna sîstema berevaniya mosekî îmze kirin

PeyamaKurd – Îsraîl û Almanyayê rêkeftinek kirîna sîstema berevaniya moşekî ya Hits 3 ya Îsraîlî îmze kirin.

Li gor Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid diyar kir, di navbera Almanya û Îsraîlê de derbarê kirîna sîstema berevaniya moşekî ya Hits 3 ya Îsraîlî rêkeftinek hatiye îmzekirin.

Lapid da zanîn, li gor rêkeftina han, Almanya ji bo bihêztirkirina sîstema berevaniya asmanî ya xwe, vê sîstema berevaniya asmanî ya Hits 3 ya Îsraîlî bikire.

Li gor zanyariyan, ev sîstemeke antî moşekî ya balistîkiye ku bi hevbeşiya Amerîka û Îsraîlê hatiye çêkirin.