Li Almanya sîstema balafirxanan bi temamê têkçû
PeyamaKurd – Li Almanya li balafirxanan temamê sîsteman têkçû û kar bi awayekî manuel tên kirin. Ji ber têkçûna sîstemê, temam rêwiyên ku ji derveyê herêma Schengenê diçin gelek giran dimeşe û rêwî ketin rêzê.
Berdevkê polîsê Federal ragihand ku ji ber çûna sîstemê mecbûrin temamê karê rêwiyan bi dest çêbikin. Kes nizane pirsgirêk çiye û wê kengê çareser bibe. Heta hinek karên rêwiyan yên nivîsan di nav balafiran de pêkanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin