DYA yê sîstema bergirya hewayî ya THAADê li Îsraîlê bicîh kir

13 October 2024 00:14 0 dîtin
DYA yê sîstema bergirya hewayî ya THAADê li Îsraîlê bicîh kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku DYAyê li hemberê tehdîdên Îranê, sîstema bergiriya hewayî ya THAADê li Îsraîlê bicîh kiriye. Nayê zanîn bê sîstem dê mayînde be an na. Lê tê şirovekirin ku ev nîşana amadekariya êrîşa ji bo ser Îranê ye.

THAAD, tê vateya ji bo bergiriya fuzeyên menzîla wan dirêj yên balistik an ku bergiriya hewayî ya îrtîfa wê bilind. Sîstemên bergiriya hewayî yên li Îsraîlê hene, têra bergiriya fuzeyên balistik yên mezîldirêj nakin.

Radyo ya artêşa Îsraîlê di ser hesabê xwe yê Xê de di mijarê de ragihand:

“DYA, li hemberê tehdîdên Îranê wekî amadekariyê, sîstema bergiriya hewayî THAADê li Îsraîlê bicîh kir.”

DYA, di Adara sala 2019an de bi tetbîqatên hevpar de sîstema THAADê bi demkî li Îsraîlê bicîh kiribû.

Tê şirovekirin ku sîstem, dema Îsraîl êrîşê Îrane bike û Îran bi fuzeyên balîstîk yên menzîldirêj êrîşê Îsraîlê bike, dikare parasina Îsraîlê bike ji ber ‘Qubeyên Hesin’ yên Îsraîlê têra bergiriyê nake.