Kerkûk | Hêzên Iraqî li dijî DAISê dest bi operasyoneke hevbes kirin

28 July 2021 12:30 0 dîtin
Kerkûk | Hêzên Iraqî li dijî DAISê dest bi operasyoneke hevbes kirin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê hêzên Iraqî li dijî DAIŞê, dest bi operasyoneke hevbeş kirin û dê operasyon 10 rojan dirêj bike.

Li gor çavkaniyên xwecîhî diyar kirin, hêzên Iraqî îro danê sibê dest bi operasyoneke hevbeş li dijî çekdarên DAIŞê li Kerkûkê kirin û operasyon 10 rojan dirêj dike.

Herwiha dan zanîn, operasyon li navçeyên sînorê her sê parêzgehan Kerkûk, Diyala û Selahedîn ku tevgera çekdarên DAIŞê lê heye birêve diçe.

Leşkerekî Iraqê ku di operasyonê de beşdar e eşkere kiriye: “Gelek şaneyên DAIŞê li wan nevçeyan hene.”