Kerkûk | Terorîstên DAISê êrisî hêzên Iraqî kirin

30 March 2021 11:29 0 dîtin
Kerkûk | Terorîstên DAISê êrisî hêzên Iraqî kirin

PeyamaKurd – Li gundekî bajarokê Daqûq yê Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin.

Li gor Qaymeqamê bajarokê Daqûqê Loys Xizir diyar kiriye, şeva borî terorîstên DAIŞê li nêzîkî gundê Ereb Koyî, êrîşî hêzên Iraqî kirin û polîsek birîndar kirin.

Loys Xizir herwiha daye zanîn, ew polîsên ku rastî êrîşa DAIŞê hatine, bo girtina terorîst û tohmetbarên DAIŞê çûbûn wê deverê.