Hêzên ewlehiyê li Kerkûkê 3 terorîstên DAISê girtin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê, 3 terorîstên DAIŞê girtin.
Li gor berpirsê polîsê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê Fetah Mehmûd diyar kiriye, do li bajarokê Hewîce terorîstekî DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
Herwiha Fetah Mehmûd da zanîn, do li nahiya Pirdê ya Kerkûkê jî du terorîstên DAIŞê, dema dixwestin derbasî nav Kerkûkê bibin, hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin