Xaneqîn | Di navbera terorîstên DAISê û hêzên ewlehiyê de ser derket
PeyamaKurd – Li Xaneqînê, terorîstên DAIŞê ketin nav nahiyeya Gulale û di navbera wan û hêzên ewlehiyê de şern derket û terorîstan rawestekekî elektrîkê jî teqandin.
Li gor berdevkê polîsê Diyaleyê Nîhad Mihemed diyar kiriye: ‘’Şeva borî heta vê sibehê 19.01.2021ê terorîstên DAIŞê li taxa Şehîdan a nahyeya Gulale li gel hêzên ewlehiyê di şer û pevçûnê de bûn.’’
Herwiha Mihemed da zanîn: ‘‘Hêzên ewlehiyê, li navenda nahiyeyê li hember terorîstên DAIŞê rawestan û tu ziyaneke canî çênebû.’’
Herî dawî berdevkê polîsê Diyale destnîşan kir: ‘’Terorîstên DAIŞê di saet 01:00ê de, rawestekekî elektrîkê yê gundê Seyd Cabir a nêzîkî Gulale jî teqandin û ji ber wê jî bi sedan mal bê elektrîk mane.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin