Ser û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û DAISê de li Sûriyê: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di pevçûnên dijwar ên çekdarî yên di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞê yên li herêma sînor a Ebû Kemal a Iraq û Sûriyeyê de kuştî û birîndar hene.
Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, îro di daxuyaniyekê de ragihand, şer û pevçûn di dema operasyonên ewlehiyê yên hêzên rêjîmê de li navçeyên kontirolkirina wan li biyabana gundewarên rojhilatê Dêra Zorê qewimîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di pevçûnan de mirî û birîndar hene.
Berî sê rojan, SOHR ragihandibû, DAIŞê êrîşî çeper û xalên kontrolê yên rejîmê li bajarokê Madan Atik kir, ku ji sala 2017an ve li gundewarê Reqayê di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye.
Di vê êrîşê de 10 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Li gorî SOHRê, ji destpêka îsal ve di operasyonên leşkerî yên li çolistana Sûriyê de hejmara miriyan gihiştiye 379an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin