Di navbera hêzên rejîmê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de pevçûn derket

08 June 2020 11:19 0 dîtin
Di navbera hêzên rejîmê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de pevçûn derket

PeyamaKurd- Li bajarê Helebê yê Sûriyê, di navbera hêzên rejîmê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de pevçûn derket.

Li gorî zanyariyên berdest, duh bi şev di navbera hêzên rejîmê ku dixwestin ber bi rojavayê Helebê ve biçin û komên çekdar ên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, pevçûn derket.

Ji hêla din ve li bajarê Idlibê li dijî hêzên rejîmê û Tehrîr el-Şamê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û gelek kesan hikûmet şermezar kir.