Di navbera çekdarên Tirkiyê û hêzên rejîmê de ser
PeyamaKurd – Êrîşên Tirkiyê û çekdarên tundrew ên girêdayî wê ji 9ê Cotmehê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Di roja 8an a êrîşan de çavkaniyên herêmê radigihînin ku leşkerên Sûriyê yên li dorûbera Eyn Îsayê rastî êrîşa çekdarên tirk hatine û 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin.
Li gorî nûçeyan, piştî ku hêzên Amerîkayê baregeha Eyn Îsa ya li başûrê Kobaniyê vala kirin, artêşa Sûriyê li gorî rêkeftina bi HSDê re li deverê bicih dibû.
Hat zanîn ku hêzên rejîma Sûriyê li Eyn Îsayê rastî êrîşên çekdarên Tirkiyê hatine û di şer û pevçûnan de 3 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin