Çekdarên bi ser Tirkiyê ve û hêzên rejîmê hevdu dan ber topan

24 July 2020 21:02 0 dîtin
Çekdarên bi ser Tirkiyê ve û hêzên rejîmê hevdu dan ber topan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên opozîsyonê yên bi ser Tirkiyê ve û hêzên rejîma Sûriyê, li bejahiya Idlibê hevdu topbaran kirin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) doh êvarê hêzên hikumeta Sûriyê herêmên derdora Keferiwîd, Filfil, Wesan, Bênîn, Riweyha, Dêrsinbil, Bênîn ên bejahiya başûrê Idlibê, Ziyaram Mişêk a li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir ku ziyanên topbaranê nehatine zanîn.

Herwiha SOHRê diyar kiriye ku çekdarên Fetih El-Mubîn ên bi ser Tirkiyê ve jî bi topbarana xalên hêzên rejîmê yên li gundê Besqela yê başûrê parêzgeha Idlibê bersiv daye û di heman demê de çekdarên Ensar El-Îslam jî bi moşekan hêzên rejîmê yên li gundê Birkê yê li bakurê parêzgeha Laziqiyê yê li Çiyayê Kurdan kiriye hedef ku agahiyên zelal li ser windayiyên herdu aliyan nehatine standin.