Di navbera hêzên rejîmê û çekdarên Tirkiyê de serekî dijwar rû da: 18 kustî

03 August 2020 18:09 0 dîtin
Di navbera hêzên rejîmê û çekdarên Tirkiyê de serekî dijwar rû da: 18 kustî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama şerekî dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li gundewarên Laziqiyê 18 kes ji herdu aliyan hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîmê hewl dan li eniya Til El-Hedade ya li Cebel El-Ekrad bi pêş bikevin, lê çekdaran rê li ber wan girt û şer rû da.

Di encama şerê rû daye de, 12 ji hêzên rejîmê û alîgirên wê hatin kuştin û bêhtirî 17 kes jî birîndar bûn ku 6 çekdar jî hatin kuştin.

SOHRê herwiha daye xuyakirin ku Tirkiyê karwaneke din a leşkerî di deriyê Kefer Losîn re, derbasî Idlibê kiriye ku ji bêhtirî 20 maşîneyên leşkerî pêk dihat.

Li gorî amaran ji 2yê Sibata 2020an ve heta niha, bêhtirî 8 hezar û 440 wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê derbasî herêmê bûne û zêdetirî 11 hezar û 500 leşkerên Tirk jî li Idlib û Helebê belav bûne.