Terorîstên DAISê li nahiyeya Gulale ya Xaneqînê êrîsî hêzên Iraqê kirin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, li gundê Îslah ê bi ser nahiyeya Gulale ya Xaneqînê ve, êrişî hêzên Iraqê kirin û di encama êrişê de, serbazek hat kuştin û serbazekî din jî birîndar bû.
Li gor agahî diyar dikin, di saet 10:45ê şeva bihorî de, çekdarên DAIŞê êrîşî ser sengereke Artêşa Iraqê ya li gundê Îslahê yê ser bi nahiyeya Gulale ve kirin, ji ber êrîşê leşkerek tê kuştin û yekî din jî birîndar dibe.
Li gor Muqedem Şemal Ebdulrehman diyar kiriye: “Yê birîndar û termê yê kuştî hatin veguhestin bo nexweşxaneya nahiyeya Gulale.”
Şemal Ebdulrehman daye zanîn, DAIŞê bi nîşangiran (qenasan) êrîşa xwe dest pê kirine û tekez kir, birîna serbazê birîndar jî dijwar e.
Gundê Îslah dikeve bakurê rojhilatê Gulale û nişteciyên wê niha Ereb in.
Roja 3ê vê mehê jî DAIŞê li nêzîk Pira Helwanê li rojhilatê bakurê Gulaleyê, êrîşî hêzên artêşa Iraqê kiribû û di encamê de serbazekî Iraqî hatibû kuştin û heft serbazên din birîndar bûbûn.
Gulale ser bi qezaya Xaneqînê ve ye ku ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Diyale ya Iraqê ve ye. Lê Xaneqîn di heman demê de navçeyeke Kurdistanî ya li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û beşek ji navçeyên cihê nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, ku divê çarenivîsa wê bi rêya mekanîzmên maddeya 140 a Destûrê bê diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin