Ji ber êrîsa terorîstên DAISê elektrîka çend deverên Xaneqînê qut bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî terorîstên DAIŞê li bajarê Xaneqînê çend bircên elektirîkê teqandin û çend dever di tariyê de man.
Berdevkê polîsê parêzgeha Diyale Nîhad Mihemed da xuyakirin, şeva borî terorîstên DAIŞê li devera Îmam Weys, ku dikeve navbera Xaneqîn û nahiya Şareban, çend bircên elektirîkê teqandin ji ber wê jî çend navçe bê elektirîk man.
Nîhad Mihemed da zanîn, ew bircên ku hatine teqandin, elektirîkê ji Îranê derbasî Iraqê dikin.
Hat zanîn ku xelkê gundên derdora Şareban û Xaneqînê ji tirsa DAIŞê, bi xwe nobedariya mal û warê xwe dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin