Efserekî Pêsmerge gotegotên êrîsa terorîstên DAISê li Germiyanê derewandin
PeyamaKurd – Efserekî Pêşmerge gotegotên êrîşa terorîstên DAIŞê li Germiyanê red kirin.
Li gor zanyariyan, derengê şeva borî gotegotên êrîşa terorîstên DAIŞê ya ji nahyeya Gulale (Celewla) bi çekên segvaniyê yên Qenasê ve ber bi navçeya Kuleco ya li Germiyanê êrîşî çeperên Pêşmerge kiriye belav bûn, lê efserekî Pêşmerge ew gotegot red kirin.
Fermandarê Pêşmerge yê lîwaya 5 a piyade ya Hêzên Pêşmerge li girên Kelan a Kuleco ya ser bi Kifrî Muqadem Merîwan eşkere kiriye: “Ew gotegotên ku DAIŞê êrîş kiriye dûrî rastiyê ne. Lê li hember çeperên me çeperên Heşda Şeibî hene û wan hin çek ceribandine û li ser çeperên me re gule berdane.”
Herwiha destnîşan kiriye: “Eger em bibêjin DAIŞ tune, ne rast e, çekdarên DAIŞê di valatiyên ewlehiyê de hene, lê şeva borî tu êrîşek nekirine, tenê gule berdan û çek ceribandina Heşda Şeibî hebû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin