Hêzên Pêsmerge hewla êrîsa komek terorîstên DAISê têk birin
PeyamaKurd – Komeke ji 7 terorîstên DAIŞê pêk dihat, hewl dan derbasî sengerên Pêşmerge bibin, lê hêzên Pêşmerge bergiya wan girtin û nehiştin derbas bibin.
Li gor çavkaniyeke ji Lîwaya 3 ya ser bi Hêzên Fermandariya Zêrevanî ya li Mîhwera Naweran diyar kiriye; komeke 7 kesî ya terorîstên DAIŞê, hewl dan derbasî sengerên Pêşmerge bibin, lê hêzên Pêşmerge nehiştin terorîst pêşve biçin.
Herwiha çavkaniyê eşkere kiriye; hemû Pêşmergeyên li sengeran, bi silamet in û ti ziyaneke giyanî tune ye, piştî ku Pêşmergeyan gulle li ser çekdaran de reşandine, terorîstên DAIŞê vekişiyane.
Li gor zanyariyan; ev êrîşa DAIŞê li nêzîkî gundê Barîman bûye, ku dikeve Mîhwera Naweran û di van çend salên dawî de ev yekem car e ku DAIŞ li wê derê hewl dide êrîşî hêzên Pêşmerge bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin