Di êrîsa terorîstên DAISê de 5 Pêsmerge sehîd bûn, 4 jî birîndar bûn

28 November 2021 10:14 0 dîtin
Di êrîsa terorîstên DAISê de 5 Pêsmerge sehîd bûn, 4 jî birîndar bûn

PeyamaKurd -  Di encama êrîşa şeva borî ya terorîstên DAIŞê ya li bajarokê Kuleco yê devera Germiyan a Silêmaniyê de, li gorî zanyariyên dawî 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê şevê din li demjimêr 22:15an li bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û şer heta derengiya şevê dewam kir.

Fermandarên hêzên Pêşmerge ragihandineke ku mayineke vadayî bi wesayîteke Pêşmerge de teqiyaye û herwiha di navbera terorîstên DAIŞê û Pêşmerge de şer derketiye.

Pêşmergeyên rûbirûyî êrîşa terorîstên DAIŞê bûne dane xuyakirin, di destpêkê de çekdarên DAIŞê bi qenasan teqe li bingeheke pêşmerge kirine, pêşmergeyek birîndar bûye, piştre otomobîlên leşkerî û ambulans diçin wê bingeha leşkerî û birîndar rakirine daku wan bibin nexweşxaneyê.

Di dema vegerê de terorîstên DAIŞê mayîneke li ser rê danîne û bi otomobîla Hummer a Pêşemerge de teqandine û 2 efserên bi pileya Raîd û 3 Pêşmerge şehîd bûne.

Di encama teqîna bombeyekê bi Hummereke hêza Pêşmerge de, çar Pêşmergeyên din jî di dema şikandina êrîşê de birîndar bûne.