Li Xaneqînê artêsa Iraqê pêgehên terorîstên DAISê bombebaran kir

13 February 2021 10:32 0 dîtin
Li Xaneqînê artêsa Iraqê pêgehên terorîstên DAISê bombebaran kir

PeyamaKurd –  Li Diyale, li hember êrîşên terorîstên DAIŞê, hêzên artêşa Iraqê pêgehên wan bombebaran dike.

Li gor berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed do diyar kiriye: ‘‘Hêzên Iraqê bi rêya kamerayên germbîniyê ve, tevgera terorîstên DAIŞê ya li sînorê Gulale ya ser bi bajarê Xaneqînê destnîşan kirin û bombebaran pêk anîn.’’

Nîhad Mihemed herwiha da zanîn, ji ber wê bombebarana hêzên Iraqê, du terorîstên DAIŞê li nav baxên sînorê Gulale de hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye, îsal çekdarên DAIŞê li sînorê Xaneqîn û Gulale ji 10 caran zêdetir êrîşî hêzên Iraqê kirin û di encamê de, 11 leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn.