DAISê li Xaneqînê êrîsî yekîneyeke Artêsa Iraqê kir: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li navçeya Xaneqînê êrîşî yekîneyeke Artêşa Iraqê kirin û di encama êrîşê de, 3 serbazên Artêşa Iraqê hatin kuştin û 7 serbazên din jî birîndar bûn.
Li gor Fermandeyê Lîwaya Sêyem ya Hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Xaneqînê Celîl Mihemed diyar kiriye, pêr çekdarên DAIŞê li devera Helwan a di navbera Celewla û Xaneqînê de êrîşî Artêşa Iraqê kirine û şerê di navbera wan de do heta destê sibehê saet 02:00an berdewam kiriye.
Herwiha Celîl Mihemed eşkere kiriye, li gorî agahiyên gihîştine ber destê wan di encama şer û pevçûnê de 3 serbazên Artêşa Iraqê hatine kuştin û 7 serbazên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin