DAISê li Xaneqînê êrîsî artêsa Iraqê kir: 1 kustî, 7 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî terorîstên DAIŞê, li sînorê navçeya Xaneqîn ya parêzgeha Diyale êrîş birin ser bendeke kontrolê ya leşkerên Iraqê.
Li gorî zanyariyan êrîşa DAIŞê derengiya şevê li nêzî Pira Helwan a di navbera Xaneqîn û Gulale de, bi ser bendeke kontrolê ya Lîwaya 20an ya artêşa Iraqê de hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê de leşkerekî iraqî hatiye kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne ku bo Nexweşxaneya Giştî ya Gulale hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin