Li Xaneqînê DAISê êrîsî hêzeke artêsa Iraqê kir

24 December 2021 11:54 0 dîtin
Li Xaneqînê DAISê êrîsî hêzeke artêsa Iraqê kir

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, do bi şevli sînorê nahyeya Qeretepe ya ser bi qeza Xaneqînê, êrîşî hêzeke artêşa Iraqê kir.

Komîteya rêxistina Qeretepe ya YNKê di rûpela xwe ya facebookê de diyar kiriye, îşev 23.12.2021ê çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser çeperên hêzeke ser bi artêşa Iraqê ya li sînorê gundê Seyf Seidî ya di navbera Qeretepe û Gulale de.

Herwiha hat eşkerekirin, çekdarên DAIŞê bi çend cure çekan ve ew êrîş pêk anîne û niha jî ziyan hîn nayên zanîn.

Rêveberê nahiyeya Qeretepe Wesîfî Timêmî do daye zanîn: ‘’Îşev çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Seyf Seidî ser bi nahiyeya Qeretepe hatine dîtin û pişt re ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve bi çekên cur bi cur gule li wan hatine berdan.’’

Herwha diyar kiriye: ‘’Niha wisa lê hatiye, çekdarên DAIŞê bixwazin êrîş bikin ser cîhekî, tên û xwe amade dikin û êrîş dikin. Hatina wan a îşev jî ji bo sînorê gundê Seyf Seidî bi heman armancê bû.’’