DAISê êrîsî ser hêzeke artêsa Iraqê kir
PeyamaKurd – DAIŞê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kir û di encamê de leşkerek hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li zanyariyan, çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê li nêzîkî bajarokê Dubiz kir û di encamê de leşkerek hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Zanyarî didin zanîn, di nava sê rojên derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser 14 cihên cuda kirine.
Ji ber valahiya ewlehiyê ya di navbera sengerên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi tevgerê kirine û êrîş dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha jî hişyarî dabû û amadehiya xwe ji bo hevkarîkirina dagirtina valahiya ewlekarî û rêgirtina li çekdarên DAIŞ'ê diyar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin