Pêsmerge û Artêsa Iraqê îro bi operasyoneke hevbes êrîsî binkeyên DAISê kirin

19 July 2022 12:29 0 dîtin
Pêsmerge û Artêsa Iraqê îro bi operasyoneke hevbes êrîsî binkeyên DAISê kirin

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê, îro serê sibehê li çiyayê Qereçûxê bi operasyoneke hevbeş, êrîşî binkeyên terorîstên DAIŞê kirin.

Hat zanîn ku piştî zincîreyek civînên dema borî û piştî danîna plana operasyona hevbeş, îro li çiyayê Qereçûx a ser bi qeza Mexmûr a ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Nînowa destpê kir.

Herwiha hat eşkerekirin, operasyon bi hemahengiya hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê û ji aliyê din ve jî Hêzên Hevpeyman a li dijî DAIŞê ve birêve diçe. Armanca operasyonê jinavbirina paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê ye ku hîn guman heye li sînorê çiyayê Qereçûx û navçeyên derdora wê mabin.