Hêzên Pêsmerge û Artêsa Iraqê îro dest bi operasyoneke hevbes kirin

20 July 2022 12:04 0 dîtin
Hêzên Pêsmerge û Artêsa Iraqê îro dest bi operasyoneke hevbes kirin

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê îro li ser sînorê qezaya Mexmûrê dest bi operasyoneke hevbeş, li dijî çekdarên DAIŞê kirin.

Li gor Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî diyar kir: “Bi armanca paqijkirin û nehêlana çekdarên DAIŞê li başûrê çiyayê Qereçûxê, îro ji demjimêr 04:00 ve li sînorê navçeya Mexmûrê, hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê operasyonek dan destpêkirin.”

Herwiha Sîrwan Barzanî eşkere kir: “Pêşmergeyên mîhwera şeş, Zêrevanî, Dijeterora Iraqê û Artêşa Iraqê di operasyonê de beşdar in.”

Di berdewamiyê de Sîrwan Barzanî destnîşan kir, operasyon “bi dirêjiya 15 kîlometreyan li başûrê Çiyayê Qereçûxê” hat lidarxistin û hemû ew şikeft û sitargeh hatin jinavbirin ku çekdarên DAIŞê ji bo kiryarên xwe yên terorîstî bikar dianîn.