Pêsmerge û artêsa Iraqê dest bi operasyoneke hevbes li dijî DAISê kirin

06 November 2021 16:00 0 dîtin
Pêsmerge û artêsa Iraqê dest bi operasyoneke hevbes li dijî DAISê kirin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Neynewa, Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dest bi operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê kirin.

Sentera medyayî ya Wezareta Pêşmerge diyar kiriye, îro danê sibê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên Kuşafa Jorê û Kuşafa Jêrê li parêzgeha Neynewa, operasyonek hevbeş li dijî DAIŞê dan destpêkirin.

Senterê eşkere kiriye, di operasyonê de hêzên hewayî yên Iraqê û balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî beşdar bûne.

Li gorî agahiyên senterê, armanc ji wê operasyonê, ku heta niha jî berdewam e, paqijkirina wê deverê ji terorîstên DAIŞê ye ku dikeve navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.