Kerkûk | Hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê operasyoneke hevbes pêk anîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibeha 7ê Sibatê li gundewarên Kerkûk Sergeranê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî rêxistina terorîst DAIŞê operasyoneke hevbeş a lêgerînê pêk anîn.
Fermandarê Pêşmerge yê Mexmûr-Giwerê Sîrwan Barzanî ragihandiye ku îro danê sibehê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li gundewarên Sergeran ê Kerkûkê encam dane û lêgerîna çekdarên DAIŞê li herêmê kirine.
Barzanî daye xuyakirin ku cihê operasyon hatiye encamdan qadeke 300 kîlometran a devera Sergeranê bûye.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de yekîneyên hêzên Pêşmerge yên eniyên 5 û 6emîn û hêzên artêşa Iraqê yên Tumena 8 û 14an beşdarî kirine. Herwiha di operasyonê de hêzên komando û hêzên lîwayên 2, 10, 14 û 18 yên pêşmerge jî piştevanî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin