Xaneqîn | Terorîstên DAISê êrîsî artêsa Iraqê kir: Kustî û birîndar hene

17 December 2021 10:30 0 dîtin
Xaneqîn | Terorîstên DAISê êrîsî artêsa Iraqê kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li navçeya Xaneqînê ya Diyaleyê, terorîstên DAIŞê bi rêya çêkdarên xwe yên sekvan, êrîşî lîwaya 53 a fîrqeya artêşa Iraqê kir û di encamê de 3 serbaz hatin kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn. 

Li gor Berdevkê Polîsê Diyaleyê Nîhad Mihemed diyar kiriye, li herêma Narîn a ser bi nahya Qeretepe ya ser bi qezaya Xaneqînê, terorîstên DAIŞê êrîşî hêzeke lîwaya 52 a lîwaya firqeya artêşa Iraqê kiriye.

Herwiha Nîhad Mihemed destnîşan kiriye, 3 serbaz hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne û navên birîndaran jî wiha ne; Seîdi Miwefeq, Hesen Xanim.