Terorîstên DAISê êrîsî karwaneke hêzên artêsa Iraqê kirin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, li bakurê Bexda ya paytexta Iraqê êrîşî karwaneke hêzên artêşa Iraqê kirin.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, çekdarên DAIŞê şeva borî 28.05.2021ê êrîşî ser karwaneke hêzên artêşa Iraqê yên li bajarokê Tarmiye ya li bakurê Bexdayê kirin.
Zanyariyên çapemeniyê didin zanîn, leşkerên artêşa Iraqê bersiva çekdarên DAIŞê dane û êrîş şikandine.
Heta niha ti zanyarî di derbarê ziyanên canî û madî yên wê êrîşê nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin