DAISê êrîsî karwaneke hêzên Sûriyê kir: Gelek kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li Badiye ya Sûriyê, di kemînekê de, êrîşî karwaneke hêzên Sûriyê û Feyleqa 5 a ser bi Rûsyayê kirin û di encamê de, 5 serbazên Sûriyê kuştin û serbazên din jî birîndar kirin.
Li gor ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Sûriyê SANA îro ji zarê çavkaniyeke leşkerî ve diyar kir, roja Yekşemê 2yê Çileya 2022an di encama “êrîşeke moşekî ya çekdarên DAIŞê” ya li ser karwaneke leşkerî li Badiye ya Sûriyê, 5 serbazên wî welatî hatine kuştin û 20 serbazên din jî birîndar bûne.
Heman çavkanî eşkere dike, êrîş di saet 19:00ê êvara Yekşemê de, li 50 kîlometreya rojhilatê Wêstgeha Sêyem a li Badiyeya Sûriyê û ji aliyê komeke “rêxistina terorîstî ya DAIŞê” ve hatiye pêkanîn.
Çavkaniyê ji SANA re destnîşan kiriye: “Êriş bi teqîna topeke 23 milîmetrî pêk hat ku bû sedema mirina 5 leşkeran û birîndarbûna 20 kesên din.”
Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) derbarê êrişê de amarek cuda belav kiriye. SOHR dide zanîn, li Badiye ya Sûriyê li navçeya kêlgehên petrolê yên T2-T3, çekdarên DAIŞê di kemînekê de karwaneke hêzên Sûriyê û Feyleqa 5 a Sûrî ya ser bi Rûsyayê ve kirine armanc, di encamê de 9 serbazên Sûriyê û çekdarên alîgir hatine kuştin, herwiha 15 serbaz û çekdarên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin