DAISê êrîsî hêzên rejîma Sûriyê kirin: 24 kes ji herdu aliyan hatin kustin
PeyamaKurd - Çekdarên DAIŞê li çolên Sûriyê êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê kirin û di encamê de 24 çekdar ji herdu aliyan hatin kuştin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê li çend mihwerên di navbera sêgoşeya Heleb, Reqa û Hemayê de, êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê kirin û di navbera wan şerên giran rû dan. Herwiha firokeyên Rûsî jî piştevanî hêzên rêjîma Sûriyê.
Rewangehê diyar kir, di encama wan êrîşan de 11 çekdarên hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve û 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berî du rojan jî, di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser hêzên rêjîma Sûriyê li mihwerê Suxne li parêzgeha Humsê de, 25 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve hatibûn kuştin.
Çekdarên DAIŞê ji salekê zêdetir ve ye êrîşên xwe li hêzên rêjîma Sûriyê li çolên Sûriyê bi taybet li parêzgeha Dêrazor, Reqa, Hums, Hema û Helebê zêde kirine.
Li gor zanyariyên Rewangehê, ji meha Adara sala borî ve, 601 serbaz û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê, 2 serbazên Rûsî û 127 çekdarên ser bi Îranê û regezên biyanî hatine kuştin. Ji aliyê DAIŞê ve jî 256 çekdar hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin