DAISê êrîsî hêzên Sûriyê kir: 9 kustî, 20 birîndar

02 January 2024 19:33 0 dîtin
DAISê êrîsî hêzên Sûriyê kir: 9 kustî, 20 birîndar

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li rojavayê Dêrezorê di êrîşeke DAÎŞê de 9 leşker û çekdarên girêdayî rejîma Sûriyê hatin kuştin.

SOHR ragihand, li bajarokên Tibnî û Madanê yên Dêrezorê çekdarên DAIŞê êrîşî bingehên hêzên Sûriye û çekdarên alîgirê wê kirine û di encamê 9 leşker û çekdarên girêdiya rejîma Sûriyê hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin çekdarên DAIŞê 3 otomobîlên leşkerî jinav birine û dest danîne ser otomoibîleke topavêja 57 mîlîmetreyî jî û piştre ber bi çolên Sûriyeyê ve vekişiyane.

Li gorî SOHRê 1ê Çileyê jî li navçeya Şîhayê ya Dêrezorê çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Sûriyê kirine  û heman rojê karwaneke tankerên petrolê yên Kompanya Qatirçiyê rastî êrîşê hatiye ku kesek hatiye kuştin, 3 kes birîndar bûne û DAIŞiyan nobedarek jî revandiye.