Otobûsa hêzên Sûriyê kete ber kemîna DAISê: 14 kustî, 19 birîndar...

09 January 2024 21:20 0 dîtin
Otobûsa hêzên Sûriyê kete ber kemîna DAISê: 14 kustî, 19 birîndar...

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li herêma Meheta Salîse (stasyona sêyemîn) ya gundewarê Tedmurê ya rojhilatê Humisê kemîn danî ber otobûseke leşkerên Sûrî tê de bûn.

Li gorî ragihandina SOHRê di êrîşa çekdarên DAIŞê de, 14 leşkerên girêdayî rejîma Sûriyê hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya Tedmurê hatin veguhastin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) herwiha da zanîn ku çekdarên DAIŞê li çolistana Esreya ya rojavayê Reqayê jî êrîşek pêk anî û di navbera wan û hêzên Şamê de pevçûn derket ku piştre çekdaren DAIŞê ber bi navenda çolistanê ve vekişiyan ku di êrîşê de leşkerekî payebilind û endamekî "Dîfa El Wetenî" jî hatin kuştin.