Hêzên rejîma Sûriyê ketin kemîna DAISê: Gelek kustî û dîlgirtî hene…
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama kemîneke DAIŞê de, 12 leşkerên rejîma Sûriyê û 3 sivîl hatin kuştin ku gelek kes jî birîndar bûne. SOHRê diyarkir ku hejmarek leşkerên sûrî jî hatine dîlgirtin.
Li gorî SOHRê, doh 3yê Çile çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li ser rêya Şam-Reqayê nêzî herêma geliyê El-Ezîb kemîn danîne ber hêzên Sûriyê û di encama wê êrîşê de 12 leşkerên hêzên rejîmê hatine kuştin.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku 3 sivîl jî di êrîşê de hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne ku rewşa hin birîndaran xedar e.
SOHRê diyar kiriye ku çekdarên DAIŞê wesayîteke leşkerî ya hêzên Sûriyê desteser kirine û leşkerên di nav de jî dîl girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin