HTSê li Çiyayê Kurd êrîsî hêzên Sûriyê kir: 13 kustî

05 February 2023 14:52 0 dîtin
HTSê li Çiyayê Kurd êrîsî hêzên Sûriyê kir: 13 kustî

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên Heyet Tehrîr El Şam (Cebehet El Nusraya berê) êrîşî ser xala hêzên rejîma Sûriyê yên li Çiyayê Kurd kir.

Li gorî SOHRê, çekdarên koma bi navê Lîwa Osman Bin Efan a girêdayî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) êrîşî xaleke hêzên Şamê ya li Cebel El Ekrad (Çiyayê Kurd) kir ku di encama êrîşê de ji herdu aliyan herî kêm 13 kes hatin kuştin.

Êrîşa HTŞê di demeke ku Enqere û Şam nêzîkî hev dibin de hat kirin ku li gorî îdiayan, HTŞ van êrîşan bi fermana îstixbarata Tirkiyê pêk tîne dabu dema nêzîkbûna ligel Şamê tawîzên zêdetir ji rejîma Esed bistîne.