Hêzên Îranê êrîsî ser karwaneke Kolberên Kurd kirin: 3 kolber birîndar bûn

14 September 2022 12:59 0 dîtin
Hêzên Îranê êrîsî ser karwaneke Kolberên Kurd kirin: 3 kolber birîndar bûn

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê do êvarî li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirin û di encamê de 3 kolber birîndar kirin.

Li gor zaniyariyan, di encama êrîşa rasterast hatiye pêkanîn de, herî kêm 3 Kolberên Kurd xelkê bajarê Baneyê birîndar bûne.

Hat ragihandin ku temenê wan kolberan di navbera 22 heta 30 salan de ye û her sê jî xwedan zarok in.