Hêzên Îranê êrîsî kolberên Belûcî kir: 2 kes birîndar bûn

28 February 2020 22:02 0 dîtin
Hêzên Îranê êrîsî kolberên Belûcî kir: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Kolber Newsê ragihand ku hêzên rejîma Îranê li parêzgeha Sîstan û Belucistanê ku dikevin Rojhilatê Îranê, êrîşî komeke kolberên Belucî kirine.

Heman çavkaniyê da xuyakirin ku di encama êrîşê de 2 kolber birîndar bûne.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, kolberên birîndar ji aliyê xelkê sivîl ve ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Hêzên rejîma Îranê gelek caran êrîşan dibe ser kolberên Kurd û dibe sedema kuştina wan. Herêma Belucistanê jî wekî Kurdan ji ber hejariyê karê kolberiyê dikin ku ew jî rastî êrîşên hêzên Îranê tên.

Hêzên Îranê 16ê Sibatê jî li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşî komek kolber kiribûn û kolberekî jiyana xwe ji dest dabû, 9 jî birîndar bûbûn.