Terorîstên DAISê êrîsî 2 pêgehên hêzên hikûmeta Samê kirin

13 January 2022 12:42 0 dîtin
Terorîstên DAISê êrîsî 2 pêgehên hêzên hikûmeta Samê kirin

PeyamaKurd Li Derezorê terorîstên DAIŞê êrîşî 2 pêgehên hêzên hikûmeta Sûriyê kirin û di encamê de, herî kêm 4 serbazên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, roja Çarşemê çekdarên Rêxistina DAIŞê sûd ji mijê wergirtin û êrîşî 2 pêgehên hêzên hikûmeta Sûriyê li beyabana parêzgeha Dêrezorê kirin.

Zanyarî didin zanîn, êrîş li navçeya di navbera Meyadîn û Ebûkemal li rojhilatê Dêrezorê hatine encamdan.

Di encama her du êrîşan de, herî kêm 4 serbazên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.