Terorîstên DAISê êrîsî artêsa Iraqê kirin: 3 kustî 3 birîndar
PeyamaKurd – Tora Ragihandina Ewlehiyê ya Artêşa Iraqê ragihand ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li navçeya Mutibice ya rojhilatê parêzgeha Selahadînê êrîşê hêzên artêşa Iraqê kirine.
Li gorî nûçeya Shafaq Newsê ku dispêre çavkaniyên ewlehiya Iraqê jî çekdarên DAIŞê li Mutibiceyê êrîş birine ser Lîwaya 66an û biryargeha artêşê ya li wê herêmê ku di encama êrîşê de 2 leşkerên iraqî hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.
Herwiha hat ragihandin ku bi hatina hêzên teqwiye re çekdarên DAIŞê ji herêmê reviyane û li pey wan operasyon hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin