Terorîstên DAISê li Xaneqînê du ciwanên birayên hev kustin

09 March 2022 21:35 0 dîtin
Terorîstên DAISê li Xaneqînê du ciwanên birayên hev kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê şeva borî bi ser gundekî nehiyeya Qeretepe ya qezaya Xaneqînê de girtin û du ciwanên birayên hev kuştin.

Rêveberê nehiyeya Qeretepe Wesfî Timêmî eşkere kir ku terorîstên DAIŞê bi ser gundê Uctepe de girtine du birayên ciwan kuştine.

Li gorî zanyariyan, li sînorê wî gundî û navçeyê bi giştî tevgera DAIŞê heye û nayê zanîn bê wan du ciwanan bac nedaye çekdarên DAIŞê yan bi çi sedemê hatine kuştin.