Li Xaneqînê terorîstên DAISê gundek dan ber topên hawanê
PeyamaKurd – Gundekî nahiya Gulale ya bajarê Xaneqînê, ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat topbarankirin û di encamê de komek serbaz û sivîl birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê gundê Îslah yê nahiya Gulale ya Xaneqînê dan ber topên hawanê û di encama wê êrişê de sê sivîl û sê serbazên Iraqî birîndar bûn.
Herwiha li gor Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed daye zanîn, îro danê sibê li nêzîkî bajarê Baqûbe jî bombek teqiya ye û sivîlek birîndar bûye.
Serokê Encumena Şaredariya bajarokê Şareban Ednan Mihemed diyar kiriye, terorîstên DAIŞê îro danê sibê çend hawan avêtin derdora Şareban, lê tiştek bi ti kesî nehat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin