Terorîstên DAISê ji gundekî Mexmûrê hatin qewirandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmarek çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li bajarokê Mexmûrê bi ser gundekî kurdan de girtine û ji aliyê gundiyan hatine derxistin.
Qeymeqamê bajarokê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku îro danê sibê sê terorîstên DAIŞê bi matorê çûne gundê Başbend li nehiya Qerec ya Mexmûrê û xwestibûn bikevin malekê, lê xelkê gund zû bi wan hesiyaye û ew dane ber guleyan û neçar kirine birevin.
Rizgar Mihemed daye zanîn, piştî wê bûyerê yekser hêzên ewlehiyê li pey çekdarên DAIŞê ketin lê nekarîne wan bikujin yan jî bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin