Yehya Resûl: Li Mexmûrê 3 terorîstên rêxistina DAISê hatin kustin

09 May 2022 12:55 0 dîtin
Yehya Resûl: Li Mexmûrê 3 terorîstên rêxistina DAISê hatin kustin

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, li sînorê qezaya Mexmûrê 3 terorîstên rêxistina DAIŞê di kemîneke hêzên wî welatî de hatine kuştin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl bi daxuyaniyeke roja Yekşembê 8ê Gulanê belav kiriye de, kuştina 3 çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûrê ragihand.

Resûl di daxuyaniyê de eşkere kir, ew sê çekdarên rêxistina DAIŞê li bilindahiyên Giravê ketine kemîneke Lîwaya 51 a Bejahî ya artêşa Iraqê û di encamê de her sê çekdar hatine kuştin.