Yehya Resûl: Hejmarek êrîskarên Balyozxaneya Amerîkayê hatin girtin
PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, ragihand ku hejmarek êrîşkarên Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hatin desteserkirin.
Yehya Resûl îro 14ê Kanûnê bi daxuyaniyekê eşkere kir, hêzên ewlekariyê nasnameya êrîşkaran destnîşan kirine û piştî ku dadgeha lêkolînê biryara girtinê da, kejmarek ji wan êrîşkaran hatin girtin
Resûl got: “Êrîşên ku di 7ê Kanûna 2023yan li ser Balyozxaneya Amerîkayê, baregeha Asayîşa Niştimanî û hin avahiyên hikûmetê hatine kirin, êrîşên li ser ewlehî û serweriya Iraqê ne. Ji ber metirsiyên cidî yên li ser ewlehî û aramiya Iraqê, êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin. Ev êrîş zirarê didin navûdengê Iraqê û welat dixe bin berpirsyariyê ku welatekî xwedî serwerî dikare erkên navdewletî û selametiya nûnerên dîplomasî biparêze, yan na.”
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar da zanîn, hewlên wan ji bo gihandina hemû kesên di êrîşê de beşdar bûne berdewam dikin.
Daxuyaniya girtina êrîşkaran piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştrast kir ku Iraq pabendî parastina nûnertiyên dîplomatîk û şêwirmendan e hate dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin