Yehya Resûl eskere kir: Iraq wekî Îranê bi Tirkiye re jî peymana ewlehiyê îmze dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Iraqê piştî peymana parastina sînoran a ewlehiyê bi Îranê re bi taybet ji bo dûrxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatibû girêdan, niha jî bi Tirkiyeyê re li ser mijara PKKê peymaneke ewlehiyê îmze dike.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Lîwa Yehya Resûl, peymana ewlehiyê ya di navbera Îran û Iraqê de bi bîr anî û got: “Em hewl didin heman tiştî bi awayekî serkeftî bi Tirkiyeyê re jî bikin.”
Yehya Resûl ji Rûdawê re daye xuyakirin, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Karên Derve erkdar kiriye da ku komîteyeke ewlehiyê ava bike û bi taybetî ji bo ewlehiya sînorî bi Tirkiyeyê re hevahengiyê bike.
Yehya Resûl li ser hevdîtina 5ê Cotmehê ya Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Ebas û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û wiha axivî: “Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dîplomasiya xwe bi welatên cîran re, bi taybetî jî bi Tirkiyeyê re xurt kiriye.. Em rê nadin ku serweriya Îraqê were binpêkirin. Qadên leşkerî û ewlehiyê jî di nav de, pêwîst e pêwendiyên me yên baş bi Tirkiyeya cîran re hebin.
Ji ber vê yekê jî dibe ku rojên pêşiya me di navbera me de lijneyên leşkerî û ewlehiyê werin çalakkirin.
Em li hêviyê ne, wekî ku me û Îranê encamên baş bi dest xistine, em û Tirkiyeyê jî bigihin encamên baş.”
Yeyha Resûl herwiha got ku pêwendiyên wan û Tirkiyeyê baş in û diyar kir, rêkarên nû ji bo xurtkirina ewlehiya sînoran aktîf dikin.
Dawiyê Resûl destnîşan kir: “Nabe ku ti kes ji axa Iraqê êrîşî cîranên me bike. Çawa ku me bi Îranê re hevahengî kir û em bawer dikin em dê bi temamî bi ser bikevin, em dê ji bo parastina ax û serweriya Iraqê heman tiştî bi Tirkiyeyê re jî bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin