Yehya Resûl: Iraq li dijî destdirêjiyên leskerî yên Tirkiyê dikeve tevgerê

15 June 2021 19:38 0 dîtin
Yehya Resûl: Iraq li dijî destdirêjiyên leskerî yên Tirkiyê dikeve tevgerê

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdarî ya Iraqê Yehya Resûl îro 15ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de ragihand, li dijî destdirêjiyên Tirkiyê ser deverên sînorî yên Iraqê "deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê" dikevin tevgerê.

Yehya Resûl diyar kir: “Liv û tevgereke dîplomatîk bi rêya Wezareta Derve û dîplomasiya Iraqê li ser destdirêjiyên dubare yên Tirkiyê bo ser deverên sînorî yên Iraqê li holê ye.”

Resûl got: “Destûra Iraqê tekezî li rêzgirtina serweriya welatan dike û piştre divê hemû welat rêz li Iraq û serweriya axa wê bigrin.”

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdarî ya Iraqê red kir ku Iraq razî be ku axa wê ji bo kiryarên terorî li hember welatekî were bikaranîn û divê Tirkiye jî serweriya Iraqê li ber çavan bigre û got: “Her dema ku zanyarî bikevin destê Tirkiyê, divê wan zanyariyan bide Iraqê û Iraq bi xwe li hember wan rewşan tevbigere.”

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê, ev daxuyanî li ser operasyonên Tirkiyê yên nav Herêma Kurdistanê bi hinceta PKKê belav kir ku di şerê PKK û Tirkiyê de ziyaneke mezin gihîştiye xelkê sivîl û artêşa Tirk jî li gelek deverên nav sînorên Kurdistanê hêzên xwe bicih kirine.