Yehya Resûl: Rêz li serweriya axa Iraqê bigrin û nekin qada ser
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl daxwaz ji Îran û Amerîkayê dike, da ku rêz li serweriya axa Iraqê bigrin û Iraq nekin qada pevçûn û lêdana welatên
Di hevpeyvînekê de Yehya Resûl da zanîn, hêzên girêdayî Artêşa Iraqê, ji aliyê bingehîn bi temamî hatine perwerdekirin û amade ne û ew hewl didin asta hêzên esmanî yên Iraqê di demeke kin de bilindtir bikin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê, di berdewamiyê de destnîşan kir, bi Hikûmeta Sûriyê re di gotûbêjan de ne, da ku rewşa sînoran baştir bikin.
Herwiha Yehya Resûl eşkere kir: “Rêkeftina Şengalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê jî rê li ber vegera awareyên wan deveran bo cih û warên xwe vedike, beşek ji wan awareyan jî vegeriyane.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin