Resûl: Divê Tirkiye rêzê li serweriya xak, av û asmanê Iraqê bigire

14 June 2021 10:02 0 dîtin
Resûl: Divê Tirkiye rêzê li serweriya xak, av û asmanê Iraqê bigire

PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê, konferanseke rojnamevanî da û daxwaz ji Tirkiyê kir, rêz li serweriya Iraqê bigre û tekez kir jî ew nahêlin axa Iraqê ji bo ti êrîşên terorîstî yên li dijî welatên cîran bê bikaranîn.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl da zanîn, Iraq rêzê li serweriya welatên cîran digire û divê ew jî rêzê li serweriya Iraqê bigirin

Yehya Resûl herwiha destnîşan kir, hêzên Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya niştimanî ya Iraqê ne û qurbanî dane û ligel şer ji bo rizgarkirina Iraqê kirine.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê, êrîşên Tirkiyê şermezar kir û got, divê Tirkiye rêzê li serweriya xak, av û asmanê Iraqê bigire.

Herwiha diyar kir, Tirkiyê bi rêya balafir û topxaneyan binpêkirin kirine, hikûmeta Iraqê kar li ser wê pirsê dike û naxweze xaka Iraqê ji bo ti êrîşên terorîstî yên li dijî welatên cîran bê bikaranîn.